Paytexta Venezuelayê hat bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Balafirên şer Karakasa paytexta Venezuelayê bombebaran kir, dengê teqînan hat bihîstin û dûman ji çend cihên wî bajarî bilind bû.

Ajansên nûçeyan îro (Şemî, 03.01.2026) berî demeka kêm ragihand ku, balafirên şer li asmanê Karakasa paytexta Venezuelayê difirîn, dengê teqînan hat bihîstin û dûman ji çend cihên wî bajarî bilind bû.

Herwesa li çend taxên wî bajarî elektrîk qut bû, lê heta niha tu ragihandineka fermî ji aliyê hikûmeta Venezuelayê ve nehatiye belavkirin.

Malpera CNNê jî ragihand ku, serê sibeha îro (Şem, 03.01.2026) saet 01:50 li Karakasê dengê teqînên mezin hat bihîstin û li Balafirxaneya La Karlotayê dûman bilind bû. Herwesa dengê teqînê li wîlayeta La Guwayrayê jî li bakurê Karakasê û bajarê peravê yê Hîgîrutiyê li wîlayeta Mîrandayê jî hatin bihîstin.

Pêştir Serokê Amerîkayê Donald Trump gelek caran gef kiribûn ku êrîşa bejahî kiriba ser Venezuelayê, da ku zextê li Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro bike ku destan ji desthilatê berde.