Venezuelayê rewşa awarte ragihand û Amerîka bi êrîşê tometbar kir

Karakas
Karakas

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsên Venezuelayê dibêjin ku, Amerîkayê êrîş kiriye ser welatê wan û bi mûşekan cihên sivîl û jêrxaneyên enerjî û leşkerî kirine armanc.

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro îro (Şemî, 03.01.2026) ragihand: “Bi mûşekan êrîşî ser Karakasa paytexta welatê me tê kirin.”

Serokê Venezuelayê ji ber wê êrîşa ku li ser welatê wî hatiye kirin daxwaza civîneka bilez a Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî kir.

Herwesa Wezîrê Derve yê Venezuelayê Ivan Gil jî li ser êrîşên vê dawiyê yên ku li ser Karakasa paytexta welatê wan hatine kirin ragihandinek belav kir.

Wezîrê Derve yê Venezuelayê ew kiryar wekî "destdirêjiya li ser welat" binav kir û tekez kir: "Her bizaveka ji bo guhertina sîstema birêvebiriyê li welatê me dê bê şkandin, mîna ku çawa hemî bizavên berê bi ser neketin.”

Ivan Gil rasterast Amerîka bi wê yekê tawanbar kir ku li pişt wan êrîşan e, ku taxên akincîbûnê û jêrxaneya aborî kirine armanc. Herwesa ew êrîş wekî binpêkirineka eşkere ya peymannameyên Neteweyên Yekgirtî û gef li ser aştî û tenahiya navneteweyî wesifand.

Navbirî herwesa got: "Wan êrîşan cihên sivîl û leşkerî kirine armanc, di nav wan de jî navenda bajarê Karakasa paytext."

Wezîrê Derve yê Venezuelayê eşkere jî kir: “Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro wekî bersivek ji bo wan qewimînan du biryarên girîng dane; aktîvkirina "Plana Berevaniya Neteweyî" û ragihandina rewşa awarte li seranserî welat.”

Ivan Gil tekez jî kir ku, Venezuelayê mafê tevahî heye ku berevaniyeka rewa ji gel, ax, serwerî û serxwebûna xwe bike.

Ev di demekê de ye ku, serê sibeha îro (bi dema Hewlêrê) dengê çend teqînên bihêz li çend cihên cuda cuda li Karakasa paytexta Venezuelayê hat bihîstin û dûman li asmanê wî bajarî bilind bû.