Yekgirtû dixwaze Musena Emîn bo posta Serokkomarê Iraqê berbijar bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Parlementerê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Musena Emîn îro (Şemî, 03.01.2026) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, partiya wî dixwaze wî ji bo posta Serokkomarê Iraqê berbijar bike. Ji bo vê armancê jî, bi aliyên opozîsyonê re danûstandin hatine kirin û aliyên din ên Kurdistanî û Iraqî mane, ku di wî warî de danûstandin pê re bên kirin.
Li ser wê yekê ka Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dê kengê biryara dawiyê li ser berbijarkirina Musena Emîn bide jî, wî got: “Heta ku danûstandin bi aliyan re neyên kirin û ez yekalî nebim ka ez dikarim dengên aliyan bi dest bixim an na, ez ne amade me ku bi rengekê fermî xwe berbijar bikim û biçim nav pêşbirka posta Serokkomar.”
Wî Parlementerê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê amaje jî da ku, hêşta yekalî nebûye ka ew dê ji bo posta Serokkomar berbijar bibe an na.
Ji aliyekê din ve jî Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Babekir ji peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq re ragihand ku, wan di nav Mekteba Siyasî û Serkirdetiyê de nîqaş kirine û dixwazin ku Musena Emîn ji bo posta Serokkomarê Iraqê berbijar bikin.
Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê herwesa got ku, ew li benda helwesta fermî ya aliyên opozîsyonê û hin aliyên din in. Heke ew bi wan re li hev bikin, hingê Musana Emîn dê ji bo posta Serokkomarê Iraqê berbijarê sereke yê partiya xwe be.