Marco Rubio: Maduro hatiye girtin û li Amerîkayê tê darziandin

Marco Rubio
Marco Rubio

Navenda Nûçeyan (K24) - Senatorekê Komariyan ji zarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku, Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro girtiye da ku li Amerîkayê bê darizandin.

Senatorê Komariyan li Wîlayeta Utahê Mike Lee îro (Şemî, 03.01.2026) di postekê de li ser platforma Xê nivîsî: “Marco Robio ez haydar kirime ku Nicolas Maduro ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatiye girtin da ku li Amerîkayê bi tometa tawanan bê darizandin. Herwesa ew çalakiyên leşkerî yên şevêdî yên hêzên me ji bo parastin û berevanîkirina wan hêzan bû yên ku fermana girtina Maduro bi cîh anî.”

Mike Lee herwesa nivîsiye: "Mimkin e ku ev kar di çarçoveya desthilata xwezayî ya serok de be, li gorî madeya duyê ya destûrê ji bo parastina karmendên Amerîkayê ji xetera êrîşên rasterast an jî çaverêkirî."

Wî senatorî li gorî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Robio herwesa ragihand: "Niha ku Maduro ji aliyên Amerîkayê ve girtî ye, pêşbîniya tu çalakiyeka din li Venezuelayê nake.”

Mike Lee serê vê sibehê di peyamekê de nîgeraniya xwe li ser wê êrîşê anîbû ziman û nivîsîbû: "Ez bimeraq im ku bizanim ka çi hincet, heke hebe, dikare ji aliyê destûrî ve vê çalakiyê bi rengekê destûrî rewa bike, di demekê de ku ne şer hatiye ragihandin û ne jî destûr ji bo bikaranîna hêza leşkerî heye."

Ev di demekê de ye ku, serê sibeha îro (bi dema Hewlêrê) dengê çend teqînên bihêz li çend cihên cuda cuda li Karakasa paytexta Venezuelayê hat bihîstin û dûman li asmanê wî bajarî bilind bû.