Rêveberiya Trump bêyî ku pêşwext agahî bide Kongressê, Maduro desteser kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hate aşkerekirin ku îdareya Donald Trump di dema operasyona bombebarankirina Venezuelayê û girtina Nicolas Maduro de, Kongreya Amerîkayê agahdar nekiriye û tenê piştî bidawîbûna operasyonê agahî dane saziyên pêwendîdar.
Li gorî raporteke tora CNN’ê ku xwe dispêre çavkaniyên navxweyî yên Amerîkayê, îdareya Donald Trump di dema girtina serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî de, bi qestî zanyarî ji Kongressê veşartine. Hat ragihandin ku Trump tenê piştî ku Maduro hat desteserkirin û ji bo dervayî welat hat veguhastin, serokatiya Kongreyê û komîsyonên peywendîdar agahdar kirine.
Koşka Spî ji bo rewakirina vê pêngavê, xwe dispêre "Madeya 2’an" a Destûra Amerîkayê ku serok wekî "Fermandeyê Bilind ê Hêzên Çekdar" pênase dike. Ev di demekê de ye ku di operasyonên leşkerî yên berê de, îdareyên Amerîkayê bi gelemperî beriya destpêkirina operasyonê Kongreyê agahdar dikirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di peywendiyeke telefonî de bi Senator Mike Lee re, diyar kiriye ku operasyon ji bo parastina wan xebatkarên Amerîkî bûye yên ku Maduro desteser kirine û vê gavan "yasayî" dibîne.
Lê belê, ev biryar bû sedema bertekên tund:
- Senatorê Demokrat Ruben Gallego: Ev êriş wekî "neyasayî" pênase kir û ew şiband şerê Iraqê yê ku wekî "şerekî bêhêncet" tê dîtin.
- Senatorê Komarparêz Mike Lee: Tevî ku hevalbendê Trump e jî, gumanên xwe yên li ser "destûrîbûna" bikaranîna hêza leşkerî bêyî ragihandina fermî ya şer yan jî destûra Kongreyê anî ziman.
Milmilaneya di navbera Koşka Spî û Kongreyê de li ser "mafê ragihandina şer" xwedî dîrokeke dirêj e. Her çend li gorî destûrê ev maf di destê Kongreyê de be jî, gelek serokên Amerîkayê bi hinceta Madeya 2’an operasyonên derveyî sînor bêyî vegera li ya sayadaneran pêk anîne.
Di sala 2026’an de, daxuyaniyên berê yên Seroka Karê Koşka Spî Susie Wiles careke din ketin rojevê. Wiles berê gotibû ku êrişên bi vî rengî pêdivî bi razîbûna Kongreyê heye, lê di operasyona Venezuelayê de îdareya Trump berevajî vê yekê tevgeriya û nakokiyên siyasî li Washingtonê gihandin lûtkeyê.