Trump: Em ê Venezuelayê birêve bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, hûrguliyên operasyona li ser paytexta Venezuelayê û girtina Nicolas Maduro aşkere kirin. Trump ragihand, Amerîka dê heta "veguhastina aştiyane ya desthilatê" li wî welatî bimîne û Venezuelayê birêve bibe.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump îro 3ê Çileyê di civîneke çapemeniyê de serkeftina operasyona leşkerî ya li dijî rejîma Nicolas Maduro ragihand. Trump destnîşan kir, li ser fermana wî, hêzên Amerîkayê êrişeke "bêhempa" birine ser paytexta Venezuelayê û "dîktator" Maduro desteser kirine.

Trump diyar kir, Nicolas Maduro di operasyoneke şevê de hatiye girtin û niha li bajarê New Yorkê ye. Li gorî gotina Trump, Maduro bi tometa "bazirganiya madeyên hişbir" dê derkeve pêşberî dadgehê. 

Trump herwiha got: "Maduro serokekî nerewa û takrew bû ku berpirsyarê herikîna madeyên hişbir bo nav Amerîkayê bû. Piştî New Yorkê, ew ê ji bo dadgehkirinê sewqî bajarê Mîamiyê were kirin. Delîlên ku di destê me de ne, tirsok û bêhempa ne."

Donald Trump bi awayekî aşkere ragihand, artêşa Amerîkayê dê li Venezuelayê bimîne û got: "Em ê welatê Venezuelayê birêve bibin heta ku veguhastineke rast û aştiyane di desthilatê de pêk tê. Ev daxwaza me ye ji bo wî gelê mezin. Heta ku şert û merc neguherin, em ji wir dernakevin."

Derbarê plana aborî de, Trump mizgîniya vegera kumpanyayên petrolê da: "Em ê kumpanyayên xwe yên mezin ên petrolê bibin Venezuelayê da ku binesaziya wê welatî nû bikin û dahatê peyda bikin. Ew platform û binesaziya ku me berê ava kiribû û Maduro dizîbû, dê dîsa vegerin destê me. Lê belê, heta ku her tişt nebe asayî, dorpêçên li ser petrola Venezuelayê dê li cihê xwe bimînin."

Serokê Amerîkayê tekez kir, di vê operasyona ku bi her sê hêzan (asmanî, bejayî û deryayî) hatiye kirin de, ti leşkerekî Amerîkî nehatiye kuştin û ti ziyanek negihîştiye keredastên wan ên leşkerî. 

Trump hişyariyeke tund da berpirsên din ên Venezuelayê û got: "Divê hemû siyasetmedarên wê derê ji qedera Maduro dersê wergirin, da ku heman senaryo bi serê wan de neyê. Heke pêdivî hebe, em ji bo pêla duyem a êrişan hên bi hêztir amade ne."

Serokê Amerîkayê îdiaya xwedîtiya li ser sektora petrolê ya wî welatî kir û got: "Me platformên petrolê yên Venezuelayê ava kirin, lê Maduro nefta me û beşeke mezin a binesaziyê dizî; niha her tişt ji bo me vedigere."

Tevî girtina Maduro jî, Trump ragihand, ceza nayên rakirin û got: "Ambargoya li ser hemû petrola Venezuelayê dê wekî xwe li cihê xwe bimîne."

Hegseth: Di bin sîbera Trump de Amerîka vegeriya

Li aliyekî din,  Wezîrê Berevaniyê yê AmerîkayêPete Hegseth di civîna çapemeniyê de pesnê serokatiya Donald Trump da û hişyarî da dijberên Amerîkayê ku serdema "Pêşî Amerîka" û "Aştiya bi rêya hêzê" dîsa dest pê kiriye.

Hegseth ragihand: "Li ser vê gerstêrkê ti welatekî din tune ye ku bikaribe operasyoneke bi vî rengî pêk bîne, heta nêzîkî wê jî nabin. Di dîrokê de tu serokî ev asta serokatî, wêrekî û biryardariyê nîşan nedaye."

Derbarê çarenivîsa serokê girtî yê Venezuelayê de Hegseth got: "Şansê Maduro hebû, tam wekî ku şansê Îranê hebû heta ku ji dest dan. Maduro lîstika bi agir kir û encama wê jî dît." Wî tekez kir ku Amerîka dikare vîna xwe li her derê û di her wextî de bisepîne.

Hegseth destnîşan kir ku Trump di cîbicîkirina bernameya xwe de "henekê nake" û got: "Trump di van mijaran de di asta herî bilind a cidiyetê de ye: Rawestandina herîna bandan û tundûtûjiyê bo nav welatê me, rawestandina madeyên hişbir û wî jehrê ku didin gelê me, û wergirtina wê nefta ku ji me hatiye dizîn."