Fuad Husên berbijarê PDKê ji bo posta Serokkomariya Iraqê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona PDK’ê li Parlamentya Iraqê Şaxewan Ebdullah, îro Duşemê 5ê Çileya 2026an, ji Kurdistan24ê re ragihand, Fuad Husên berbijarê PDKê ji bo posta Serokkomariya Iraqê û ji bo vê mebestê wî kurtejiyana (CV) xwe bi fermî pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiriye.
Fuad Husên kî ye?
Fuad Mihemed Husên Beg, di sala 1946an de li bajarê Xaneqînê ji dayîk bûye. Ew xwedî ezmûneke giranbuha ya siyasî û akademîk e:
- Zanist: Beşa Zimanê Îngilîzî li Zanîngeha Bexdayê qedandiye û xwediyê pileya Doktorayê (PhD) di warê Peywendiyên Navdewletî de ye. Ew bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Holendî dizane.
- Destpêka Siyasî: Di sala 1967an de bûye endamê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û di sala 1974an de tevlî rêzên Pêşmerge bûye.
- Xebata li Ewropayê: Piştî niskoya şoreşê di sala 1975an de çûye Holendayê. Li wir bûye Sekreterê Komeleya Xwendekarên Kurdistanê li derveyî welat û di sala 1987an de wekî Cîgirê Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê kar kiriye.
- Postên Bilind: Di sala 2005an de bû Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê. Di navbera 2018-2020an de Wezîrê Darayî yê Iraqê bû û ji sala 2020an û vir ve jî wekî Wezîrê Derve yê Iraqê kar dike.
Pêvajoya hilbijartinê: 45 berbijar hene
Îro Duşemê saet di 15:00an de deriyê serlêdanan ji bo posta Serokkomariyê tê girtin. Heya niha zêdetirî 45 kesan navên xwe tomar kirine. Li gorî Madeya 72an a Destûra Iraqê, piştî hilbijartina desteya serokatiya parlamenê, 30 roj dem li pêş e ku Serokkomarê nû were hilbijartin.
Serokkomarê nû piştî ku were hilbijartin, dê berbijarê mezintirîn fraksiyona parlamenê (Şîe) ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal erkdar bike.