Erdogan: Binpêkirina serweriya Venezuelayê metirsîdar e
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî girtina Nicolas Maduro ji aliyê Amerîkayê ve, Serokkomarê Tirkiyeyê bi rêya telefonê peywendî bi Serokê Amerîkayê re kir, nîgeraniya xwe anî ziman û haydarî da ku binpêkirina serweriya welatan dê encamên metirsîdar hebin û tekez. Tekez jî kir ku, Maduro dostê Tirkiyeyê ye.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Duşem, 05.01.2026) ragihand ku, bi rêya peywendiyeka telefonî nîgeraniyên welatê xwe li ser rewşa Venezuelayê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re ragihandiye û tekez kir ku, nabe tenahiya wî welatî bê têkdan.
Erdogan herwesa got: "Binpêkirina mafê serweriya welatan û qanûna navneteweyî pêngaveka pir metirsî ye û dê li ser asta cîhanê bibe sedema tevliheviyên metirsîdar. Li her dera cîhanê be, em li dijî her kiryarekê ne ku rewatiya siyasî û qanûna navneteweyî binpê nike."
Navbirî piştgiriya xwe ji bo Serokê Venezuelayê yê girtî tekez kir û got: "Maduro û gelê Venezuelayê gelek caran îspat kiriye ku dostên neteweya me ne. Wekî du welatên dost, me girîngî daye wê yekê ku di demên dijwar de hevsozên hevdu bin û îro jî em bi eynî têgihîştinê serederiyê dikin."
Serokkomarê Tirkiyeyê amaje jî da ku, Tirkiye di rêzbendiya pêşiyê ya wan welatan de ye yên berevaniyê ji dadperwerî, rewatî û qanûna navneteweyî dikin, lewma di doza Venezuelayê de jî ew dê bizavê bikin ku tiştê herî baş û rast bikin.
Ev daxuyaniyên Erdogan piştî wê yekê ne ku, hêzên Amerîkayê di operasyonekê de Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro girt û şand dadgeheka New Yorkê.
Bi fermana rasterast a Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê Donald Trump, hêzên taybet ên Amerîkayê li roja Şemiya borî (03.01.2026) bi piştevaniya balafirên şer û helîkopteran operasyoneka ji nişkê ve ji bo ser mala Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro li Karakasa paytexat Venezuelayê li dar xist û ew û hevjîna wî girtin.