Li Hewlêrê agir bi kargeheke çêkirina çîpsan ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekî Hewlêrê, agir bi kargeheke çêkirina çîpsan ket. Tevî hewildanên dijwar ên tîmên bergiriya şaristanî, agir hîn nehatiye kontrolkirin.

Li gundê Pîrzîn ê ser bi Hewlêrê ve, îro 6ê Çileyê danê agir di kargeheke çêkirina çîpsan de ketiye û ji ber mezinahiya agir, dûmaneke reş û giran asîmanê herêmê girtiye.

Tîmên Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê tavilê gihîştine cihê bûyerê û bi gelek wesayîtan hewl didin agir vemirînin. Lê belê, ji ber hebûna rûn û materyalên şewatdar ên di hundirê kargehê de, agir hîn nehatiye kontrolkirin.

Heya niha sedema derketina vê şewatê nehatiye aşkerekirin. Herwiha derbarê ziyanên canî de agahiyek nehatiye parvekirin, lê tê têxmînkirin ku ziyaneke mezin a madî gihîştibe kargehê.