Civîna PDK û YNKê li Silêmaniyê bidawî hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê bi dawî hat.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê ji zarê çavkaniyeke agahdar ve veguhast, her çend Berdevkê Hêzên Çekdar ê Iraqê ew daxuyanî belav kiribin jî, di rastiyê de zanyarî û daneyên di destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji yên di wan daxuyaniyan de gelekî zêdetir bûn.

Karên civîna îro îro 28ê Mijdara 2026an a di navbera PDK û YNKê de, piştî wê yekê li bajarê Silêmaniyê dest pê kiribûn ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina li gel Bafil Talebanî û Qubad Talebanî gihîştibûn baregeha Mekteba Siyasî ya YNKê.

Tê nûkirin..