Trump: Venezuela nikare di nava 30 rojên bê de hilbijartinan pêk bîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, di nava 30 rojên bê de li Venezuelayê hilbijartin nayên lidarxistin û destnîşan kir ku dibe destwerdana Amerîkayê ya li wî welatî "demdirêj" be.

Donald Trump, di hevpeyvînekê de ligel kanala "NBC News" a Amerîkî, nexşerêya welatê xwe ya ji bo paşeroja Venezuelayê aşkere kir. Trump diyar kir ku niha merc ji bo hilbijartinan ne guncaw in û got: "Divê em berî her tiştî welat ji nû ve ava bikin. Heya ku em welat bi temamî nexin ser rêçika rast, rêyek nîn e ku xelk karibe deng bide."

Trump bal kişand ser binesaziya wêranbûyî ya Venezuelayê û ragihand, Washington dê piştgiriyê bide kumpanyayên petrolê da ku jêrxana enerjiyê nû bikin. 

Trump pêşbînî kir jî, ev proje dê kêmtirî 18 mehî bikişîne û got: "Dibe ku em di demeke hên kurttir de jî biqedînin, lê ev kar biha ye. Kumpanyayên petrolê dê lêçûnê bidin û piştre ji dahata petrolê an ji aliyê me ve dê were qerebûkirin."

Serokê Amerîkayê careke din tekez kir ku ew bi miletê Venezuelayê re ne di şer de ne. Trump got: "Şerê me li dijî bazirganên madeyên hişbir û wan kesan e ku girtîgeh, nexweşxaneyên derûnî û kîsên xwe yên jehrî bo nav welatê me vala dikin."

Maduro li dadgeha New Yorkê: 'Ez bêguneh im'

Ji aliyê din ve, Nicolas Maduro yê 63 salî, ku roja 3ê Çileyê di operasyoneke hêzên "Delta" de hatibû girtin, duh li New Yorkê derket pêşberî dadgehê. 

Li dijî Maduro çar tometên giran hatin xwendin: Bazirganiya madeyên hişbir, plana anîna kokaînê bo Amerîkayê, hilgirtina çekên giran û bikaranîna amûrên wêranker.

Li gorî medyaya Amerîkayê, Maduro bi rêya wergêrekî bi dengekî bilind li dadgehê qîriye û gotiye: "Ez bêguneh im, ez ne tawanbar im. Ez mirovekî bi rûmet im û hîn jî Serokê welatê xwe me." Lê belê, dadwerê federal Alvin Hellerstein axaftina wî birî û rê neda ku Maduro hîn bêtir biaxive.

Di heman rûniştinê de hevjîna Maduro, Cilia Flores jî amade bû û wê jî hemû tometên li ser xwe red kirin. Dadgehê roja 17ê Adara 2026an wekî dema rûniştina duyem a dozê diyar kir.