Li ser rêya Sine-Dêgulanê bûyereka trafîkê çê bû; 10 birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) - Di derengiya şeva borî de li ser rêya Sine-Dêgulanê, di encama lêkdana sê timbêlên rêwiyan de, 10 kes birîndar bûn.
Ajansa IRNAyê ya Nûçeyan îro (Sêşem, 06.01.2026) ji zarê Birêvebirê Rêkxistina Heyva Sor a Parêzgeha Sineyê Payam Celalî ragihand: “Sê timbêlên rêwiyan di derengiya şeva borî de li ser rêya Sine-Dêgulanê, bi dûratiya 19 kîlometreyan ji Dêgulanê li yek da û di encamê de 10 kes birîndar bûn.”
Birêvebirê Rêkxistina Heyva Sor a Parêzgeha Sineyê herwesa got: “Du ji wan birîndaran her li cihê wê bûyerê hatin çareserkirin û yên din jî ji bo nexweşxaneyan hatin şandin.
Payam Celalî amaje jî da: "Tîmên Hawarhatinê û Heyva Sor bi lez gihêştine cihê wê bûyerê û bi birîndaran re gihîştine.”
Pêleka berfê di rojên borî de piraniya rêyên parêzgeha Sineyê girtine û hatin û çûn li ser wan rêyan bizehmet û xeter bûye.