Şeş meh in 147 koçberên Kurd li Lîbyayê asê mane
Navenda Nûçeyan (K24) - 147 koçberên Kurd, ku ji Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê ne, ev şeş meh in ku li welatê Lîbyayê ne. Qaçaxçî ji ber rêya dijwar nikare wan bişîne Ewropayê û amade nîne ku wan vegerîne Herêma Kurdistanê jî.
Xizmên wan koçberan dibêjin ku, kurên wan di rewşeka dijwar de ne û jiyana wan di xeterê de ye, lê qaçaxçiyê wan, ku ew jî Kurd e û ji Rêveberiya Raperînê ye, ew desteser kirine û zêdebarî birçîkirin û xirabiya cihê wan ê manê, ji bo berdana wan daxwaza 3.500 dolarên din dike.
Xizmên wan koçberên Kurd dibêjin ku, wî qaçaxçî wekîl û kesên bawerê li vê derê hene, wan kurên xwe bi rêya wan şandine û daxwaza girtina wan û bicihanîna rêkarên tund li dijî wan dikin.
Lîbya ji ber rewşa xwe ya nearam, bûye rawestgeha sereke ya koçberan ber bi Ewropayê ve. Li gorî raportên navdewletî, koçber li wî welatî rûbirûyî serederiyeka nemirovane û girtinê dibin.
Pêştir jî çend caran koçberên Kurd li welatê Lîbyayê asê mabûn û bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo malên wan hatine vegerandin. Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja Yekşemê (26ê Cotmeha 2025ê) ragihandibû ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 40 welatiyên Herêma Kurdistanê yên girtî ji Lîbyayê vegerandibûn Herêma Kurdistanê.
Fermangeha navbirî li roja Înê (7ê Mijdara 2025ê) jî ragihandibû ku, 25 welatiyên Herêma Kurdistanê ku li welatê Lîbyayê hatibûn girtin bi bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibûn vegerandin.
Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê Ehmed Sehaf jî berî demekê ji malpera Kurdistan24ê re ragihandibû ku, piştî gelek bizavan rêkarên vegera dilxwazane ya 70 koçberên Kurd ji Lîbyayê bo Herêma Kurdistanê bidawî kiribûn.