Yaşar Guler: Divê HSD û YPG çekên xwe danin û xwe hilweşînin
Wezîrên derve yên Tirkiye û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Enqere zexta li ser hêzên Kurdî yên Sûriyeyê zêde dike; di demekê de ku Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê haydarî da ku divê HSD û YPG xwe hilweşînin û bê şert çekên xwe danin, wezîrên derve yên Tirkiye û Sûriyeyê jî li Parîsê civiyan da ku nexşerêya hevahengiya ewlehî û leşkerî di navbera xwe de amade bikin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di çarçoveya merasîmeka serbazî de peyamek arasteyî hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê kir û ragihand ku, divê ew hêz bê şert çekên xwe radest bikin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê herwesa amaje da destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û ragihand: “Em bi dilsozî dixwazin ku ev pêvajo bi ser bikeve, lê ji bo ku ev rû bide, divê PKK û hemî komên din ên têkildar, tevî yên di nav axa Sûriyeyê de jî, biryarê bidin ku xwe hilweşînin.”
Yaşar Guler di pareka din a gotinên xwe de şert ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û YPG danîn û got: “Divê ew yekser çalakiyên xwe bidawî bînin û bê şert çekên xwe radest bikin.”
Navbirî tekez jî kir: "Ez careka din tînim bîra we ku, em rêyê nadin tu komekê ku rihên xwe li deverê dahêle, xasma jî PKK, PYD, YPG û HSD."
Her di çarçoveya serdana xwe ya Fransayê de, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê li Parîsê bi hevkûfê xwe yê Tirk re civiya û pêşxistina têkiliyên di navbera her du welatan de nîqaş kirin.
Li gorî Zanyaran, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiyaye.
Her du aliyan di wê civînê de pêşketinên dawiyê yên siyasî û ewlehiyê yên deverê û cîhanê nîqaş kirine û her du aliyan tekez li ser girîngiya xurtkirina hevkarî û hevahengiya di navbera Şam û Enqereyê de ji bo rûbirûbûna qybxwaziyan kir.