Li Diyarbekirê 3 avahî hatin valakirin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li taxa Fatîhê ya girêdayî navçeya Rezan a Diyarbekirê avahiyekê 6 qat û 2 avahîyên nezî wî hatin valakirin. Bi rengekê giştî, 83 welatî li cihên ewle hatine bicihkirin.

Parêzgariya Dîyarbekirê îro (Sêşem, 06.01.2026) daxuyanîyek parve kir û tê de got:

"Li taxa Fatîhê ya girêdayî navçeya Rezan "şikestina stûneke hilgir" a ku li avahiyekê 6 qat hatîye tesbîtkirin û ev avahî û 2 avahîyên nezî wî hatin valakirin. Bi awayekê giştî 83 welatî li cihên ewle hatine bicihkirin."