Tom Barrack: Têkiliyên Sûriye û Îsraîlê gihîştine qonaxeke pêşketî

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack aşkere kir, bi navbênkariya welatê wî, hevdîtinên di navbera berpirsên Sûriye û Îsraîlê de gihîştine qonaxeke girîng û li ser avakirina mekanîzmayeke hevbeş a îstîxbaratî lihevkirin pêk hatiye.

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack, di hevpeyvîneke taybet de bi kanala (i24NEWS) a Îsraîlî re, zanyariyên nû derbarê pêvajoya asayîkirina têkiliyên Sûriye û Îsraîlê de parve kirin. Barrack da zanîn ku rêzeçivînên girîng hatine kirin û encamên berbiçav hatine bidestxistin.

Li gorî daxuyaniya Barrack, yek ji destkeftiyên herî mezin ê van hevdîtinan, lihevkirina li ser avakirina mekanîzmayeke hevbeş a îstîxbaratî di navbera Sûriye, Îsraîl û Amerîkayê de ye.

Barrack derbarê vê mekanîzmayê de got: "Ev platform dê ji bo çareserkirina nakokiyan û pevguhertina agahiyên îstîxbaratî were bikaranîn, ku ev yek rasterast dibe sedema kêmkirina rageşiyên leşkerî." Hat diyarkirin jî, tîmên vê mekanîzmayê dê li baregehekê li "welatekî sêyem" karê xwe bimeşînin.

Nûnerê Amerîkayê destnîşan kir ku ji bo cara yekem di dîroka nû ya herêmê de, her du aliyan li ser mijarên sivîl dest bi danûstandinan kirine. Tê gotin ku ev diyalog sektorên wekî tenduristî, çandinî û enerjiyê li xwe digire. Barrack bal kişand ser wê yekê ku vekirina deriyên aborî û diyaloga eşkere, rê li ber hevkariyeke mayînde û berhemdar vedike.

Derbarê helwesta siyasî ya nû ya Şamê de, Tom Barrack got: "Hikumeta nû ya Sûriyeyê bê nîgeranî tekez kiriye ku ti niyeta wan a dijminane li hemberî Îsraîlê nîne û dixwazin têkiliyên xwe li ser bingeha rêzgirtin û jiyana aştiyane ava bikin."

Hat ragihandin ku Îsraîl jî bi germî pêşwaziya van guhertinan dike û hewildanên hikumeta nû ya Sûriyeyê yên ji bo hevkariya avaker bilind dinirxîne.

Her çiqas çavkaniyên agahdar didin zanîn ku hîn gelek mijar di qonaxên destpêkê de ne û rêyeke dirêj li pêşiya her du aliyan e, lê dîsa jî destkeftiyên heta niha wekî "gaveke dîrokî ber bi pêş ve" têne pênasekirin.