Koşka Spî: Ji bo kontrolkirina Greenlandê hêza leşkerî bijardeyek e
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Koşka Spî Caroline Leavitt ragihand, ji bo kontrolkirina girava Greenlandê, bikaranîna hêza leşkerî her tim wek bijardeyekê amade ye. Danîmarka û Greenlandê bi tundî bertek nîşan dan û diyar kirin ku "Greenland nayê firotin."
Di navbera Amerîka, Danîmarka û rêveberiya xweser a Greenlandê de krîzeke nû ya dîplomatîk rû dide. Koşka Spî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku girêdana Greenlandê bi Amerîkayê ve ji bo wan "pêşîniya ewlekariya neteweyî ye."
‘Hêza leşkerî di destê Trump de ye’
Berdevka Koşka Spî Caroline Leavitt di konferanseke rojnamevanî de destnîşan kir, Serok Donald Trump û tîmê wî ji bo pêkanîna vê armancê li ser hemû bijardeyan dixebitin.
Leavitt wiha got: "Bêguman, bikaranîna hêza leşkerî ji bo çareserkirina vê pirsê, wekî bijardeyekê her tim di destê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar (Trump) de ye."
Leavitt her wiha got, ev gav ji bo sekinandina neyarên Amerîkayê yên li herêma Jemsara Bakur (Arktîk) gelekî girîng e.
Trump: Rûsya û Çîn li her derê ne
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser firokeya serokatiyê (Air Force One) ji rojnamevanan re axivî û bal kişand ser girîngiya stratejîk a giravê. Trump got: "Keştiyên Rûsya û Çînê li her derê Greenlandê belav bûne. Ji bo ewlekariya me ya neteweyî pêdiviya me bi vê giravê heye."
Trump bi şêweyekî tinazî behsa pergala parastinê ya Danîmarkayê ya li herêmê kir û got: "Hûn dizanin Danîmarkayê ji bo ewlehiya Greenlandê çi kiriye? Tenê tîmeke din a kûçikên berfê lê zêde kiriye."
Rubio: Armanc kirîna giravê ye
Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji endamên Kongreyê re ragihand, planeke wan a êrişa leşkerî ya nêz nîne; armanca wan a sereke "kirîna" giravê ye.
Danîmarka: Ev dawiya NATO’yê ye
Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen hişyariyeke tund da Amerîkayê û diyar kir, her destêwerdaneke leşkerî ya li dijî welatekî endamê NATO'yê, tê wateya hilweşîna vê hevpeymaniyê. Frederiksen got ku ev yek dê pergala ewlehiyê ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn têk bibe.
Serokê Hikûmeta Greenlandê Jens Frederik Nielsen jî daxuyaniyên Amerîkayê şermezar kirin û bi kurtasî got: "Welatê me nayê firotin."
Girava Greenlandê:
Greenland wekî mezintirîn girava cîhanê tê naskirin. Ji ber çavkaniyên xwe yên xiristal, maden û pêgeha xwe ya stratejîk a li Jemsara Bakur, di navbera zilhêzên cîhanê de bûye qada rikaberiyeke dijwar.