Supaya Pasdaran: Tengava Hurmiz bi temamî di bin kontrola me de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wan Tengava Hurmiz a stratejîk bi temamî girtiye û kontrola wê di destê wan de ye.

Ajansa nûçeyan a 'Fars' a Îranî îro 4ê Adarê ji zarê berpirsê bilind ê Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran Mihemed Ekberzade veguhest: "Niha Tengava Hurmiz di bin kontrola tam a Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran de ye." 

Supaya Pasdaran herwiha aşkere kir, şeva borî wan 10 keştiyên petrolê li Tengava Hurmizê bombebaran kirine û ew keştî dişewitin. Îran sedema vê êrîşê wiha diyar kir: "Ji ber ku wan keştiyan pabendî hişyarî û rênimayên me nekirine, hatine armancgirtin."

Di daxuyaniyeke din de, Îranê ragihand ku îro bi zêdetirî 40 mûşekan li binkeyên Îsraîl û Amerîkayê xistine.

Şêwirmendê Fermandarê Supaya Pasdaran Îbrahîm Cebarî roja Duşemê ragihandibû, Tengava Hurmiz di rûyê hemû geştên deryayî yên navdewletî de hatiye girtin. Li gorî zanyariyan, heta niha zêdetirî 750 keştî li herêmê asê mane û nikarin di tengavê re derbas bibin.

Ev pêşhat piştî wê yekê tên, Serokê Amerîkayê Donald Trump duh Sêşemê ragihandibû: "Hêza Deryayî ya Amerîkayê xwedî wê şiyanê ye ku eger pêwîst bike, keştiyên petrolê bi nav Tengava Hurmizê re derbas bike."

Tengava Hurmiz ji bo bazirganiya petrolê ya cîhanê, xwedî giringiyeke stratejîk e û girtina wê bûye sedema bilindbûna bihayên petrolê û metirsiya krîzeke mezin a enerjiyê li ser asta cîhanê.