Fransa hevsozî û piştgiriya xwe bo Herêma Kurdistanê ya li hemberî êrîşan tekz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot rewşa herêmê gotûbêj kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, derenga şeva bihûrî, 03.03.2026 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefoniyê ji Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot wergirt.
Di peywendiyê de, Wezîrê Derve yê Fransayê hevsozî û piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê ji ber êrîşên li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin, dupat kir.
Herdu aliyan pêşhatên berdewam yên deverê û asoyên çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin û li ser berdewamiya hemahengiya nêzîk a di navbera wan de ji bo parastina aramî û ewlehiyê hevnêrîn bûn.
Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasiya piştgiriya berdewam a Fransayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser girîngiya rola Fransa û civaka navdewletî di arambûna aloziyan û dûrxistina herêmê ji metirsiyên şer de kir.