HSD: Tu hêzeka me ya leşkerî li Helebê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di ragihandinekê de înkar kir ku, tu hêzeka wan a leşkerî li bajarê Helebê hebe. Haydarî jî da ku, berdewamiya êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dê Sûriyeyê vegerîne qada şerekî vekirî.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Çarşem, 07.01.2026) di ragihandinekê de amaje da ku, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ji şeş mehan zêdetir e ku ji aliyê çekdarên Hikûmeta Şamê ve di bin dorpêçeka temam de ne. HSD israrê dike ku, ew her du tax bi tu awayan gefên leşkerî çê nakin û nabin cihê destpêkkirina êrîşan ji bo ser bajarê Helebê.

Wê fermandariyê ew gotgotên ku ji aliyê çekdarên girêdayî Hikûmeta Şamê ve hatine belavkirin, ku qaşo tevgerên leşkerî yên HSDê li wan taxan hene, wekî derew û çêkirî binav kirin û ragihand: “Ev îdîa tenê ji bo girtina hincetan e ji bo dorpêçkirin, bombebarankirin û komkujiya sivîlan.”

HSDê herwesa got: "Em bi rengekê yekalîker tekez dikin ku tu leşkerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Helebê tune ne û ew pêştir bi eşkereyî û li gorî peymaneka zelal vekişiyane û doza ewlehiyê daye destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn."

HSDê di pareka din a wê ragihandinê de bang li welatan û aliyên berpirsiyar ên di nav Hikûmeta Sûriyeyê de jî kir ku, berpirsiyariyê werbigirin û ji bo bidawîkirina dorpêçkirin û bombebarankirina sivîlan bixebitin.

HSDê haydariyeka tund jî da û got: “Berdewamiya van destdirêjiyan tenê bandor li ser Şêx Meqsûd û Helebê nabe, belkî dê Sûriyeyê bi temamî vegerîne qada şerekê vekirî, berpirsiyariya wê yekê jî dikeve ser milê wan kesên ku israrê li ser bijardeya hêzê dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dawiyê jî ragihandiye ku, ew bi hestyariyeka zêde çavdêriya wê rewşê dikin û bikaranîna sivîlan wekî karteka zextê an mertalên mirovî tawan e.