Serok Barzanî: Şer û tundûtûjiya niha li Helebê cihê gelek dilgiraniyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî ragihand: “Ev rewşa metirsîdar û şer û tundûtûjiya ku niha li bajarê Helebê heye, cihê gelek dilgiraniyê ye û metirsî li ser jiyana xelkê sîvîl û welatiyên bêtawan çê kiriye û gefa qirkirina etnîkî li dijî Kurdan li wê deverê heye.”
Serok Barzanî îro (Çarşem, 07.01.2026) li ser şer û aloziyên ku li taxên Kurdan ên Helebê hene peyamek belav kir.
Peyama Serok Barzanî:
Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Guhertinên siyasî yên li Sûriyeyê derfeteka baş bû ji bo dîtina çareseriyeka guncayî ku mafên rewa yên gelê Kurd li Sûriyeyê bên berçavgirtin û hemî pirsgirêk jî bên çareserkirin. Ji bo vê armancê, me bi hemî aliyan re gelek bizav kir ku divê hemî pirsgirêka û nakokî bi rêya diyalogê û bi awayekê aştiyane bên çareserkirin.
Lê belê ev rewşa metirsîdar û şer û tundûtûjiya ku niha li bajarê Helebê heye, cihê gelek dilgiraniyê ye û metirsî li ser jiyana xelkê sîvîl û welatiyên bêtawan çê kiriye û gefa qirkirina etnîkî li dijî Kurdan li wê deverê heye.
Ez daxwazê ji desthilatdarên Sûriyeyê dikim ku nakokiyên siyasî nekin nakokiyên neteweyî û neyê hiştin ku welatiyên Kurd ji ber van arêşe û pirsgirêkên li herêma Helebê, rastî zext û tundûtûjiyê, derxistina ji cih û warên bav û kalên xwe û qirkirina etnîkî bên. Herwiha ez daxwazê ji aliyên Kurdî û bi taybetî (HSD) dikim ku çi ji destê wan bê bikin ji bo rawestandina şer û pevçûnan û rêgirtina li xwînrijiya zêdetir, û herdu alî jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan, kar ji bo girtina rêya diyalog û danûstandinan bikin. Nabe hebûna nakokiyên siyasî bibe sedema wê yekê ku jiyana xelkê sîvîl bikeve bin metirsiyê û qirkirina etnîkî li dijî gelê Kurd rû bide, ev tawaneka li dijî mirovahiyê ye û encamên metirsîdar dê ji wê derkevin.
Mesûd Barzanî
07.01.2026