Nasnameya komên çekdar ên ku êrîşî taxên Kurdan ên Helebê dikin eşkere bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê di ragihandinekê de nasnameya wan hêzan eşkere kir ên ku taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bombebaran dikin û ragihand: “Hikûmeta Şamê di bin sîwana Wezareta Berevaniyê de pena biriye ber komên "cezakirî yên navneteweyî" yên wekî Emşat û Hemzatê, ku dîrokeka reş di tawankariyan de heye, ev jî bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna 60 welatiyên sivîl û wêranbûna bi sedan xaniyan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê îro (Çarşem, 07.01.2026) di ragihandinekê de nasnameya wan komên çekdar eşkere kir ên ku êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dikin û ragihand ku, ew komên cezakirî yên navneteweyî ne û ji hêla Hikûmeta Şamê ve tên bikaranîn.

Li gorî wê ragihandinê û li gorî delîlên vîdyoyê, hêzên êrîşkar ev in:

Fîrqeya 62ê (bi navê Silêman Şah - Emşat tê naskirin)

Fîrqeya 72ê (bi navê Sultan Murad tê naskirin)

Fîrqeya 76ê (bi navê Hemzat tê naskirin)

Fîrqeya 80ê (bi navê Tevgera Nûreddîn Zengî tê naskirin)

Ewlekariya Helebê ron jî kir ku, ev kom di lîstên cezayên navneteweyî de hatine tomarkirin û dîroka wan a komkujiyan li Suweydayê û peravên Sûriyeyê heye. Herwesa got: "Tevî tomarên wan ên xirab, ev kom ji hêla Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Şamê ve tên parastin û serperiştiya wan tê kirin.”

Amara zirarên canî û madî:

8 sivîl şehîd bûn.

52 sivîlên din birîndar bûn.

Herî kêm zirar gihîştiye 300 xaniyan û bi dehan navendên xizmetkarî û bijîşkî.

Hêzên Ewlekariyê li dawiyê ev êrîş wekî tawanên şer û binpêkirinên eşkere yên qanûna navneteweyî wesif kirin û haydarî da ku, bikaranîna van koman di bin navên fermî de krîzan mezintir dikin.