Artêşa Sûriyê li sê taxên Helebê qedexeya derketina derve ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî zêdebûna aloziya li bajarê Helebê, artêşa Sûriyê li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd qedexeya derketina derve ragihand û gefa bombardimaneke giran xwar.
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyê îro 8ê Çileyê bi awayekî fermî qedexeya derketina derve li sê taxên sereke yên Helebê ragihand. Artêşê hişyarî da ku ew ê navend û xalên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi giranî bombardiman bikin.
Qedexe saet 13:30î dest pê dike
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê (SANA) li ser zarê Desteya Operasyonan belav kir, biryara qedexeya derketina derve îro ji saet 13:30î (nîvro) ve dest pê dike û heta demeke nediyar dê berdewam bike.
Artêşê di daxuyaniya xwe de bang li welatiyên sivîl kir ku "ji bo parastina canê xwe" bi temamî ji baregeh û xalên leşkerî yên HSDê dûr bikevin, ji ber ku piştî destpêkirina qedexeyê, êrîşên esmanî û bejayî yên giran dê li ser wan deveran werin kirin.
Ev biryara artêşê di demekê de tê ku sê roj in taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di bin dorpêç û topbaraneke giran de ne. Çavkaniyên herêmî û saziyên mafên mirovan nîgeraniyên xwe tînin ziman ku ev qedexe û gefên bombardimanê bibin sedema karesateke mirovî ya mezin di nav taxên ku bi hezaran sivîl lê dijîn.