Fethula Huseynî: Şam tenê paytexta yek netewe û yek mezheb nîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Rêveberiya Xweser li Silêmaniyê got ku, divê çareseriyeka bilez bê dîtin û dawî li van êrîşên li ser herdu taxên Kurdan bê anîn. Tekez jî kir ku, divê Sûriyeya nû ji bo hemî pêkhate û neteweyan be.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Silêmaniyê Fethula Huseynî îro (Pêncşem, 08.01.2026) di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Divê çareseriyeka bilez bê dîtin û dawî li van êrîşên li ser herdu taxên Kurdan bê anîn. Divê Sûriyeya nû ji bo hemî pêkhate û neteweyan be, ji ber ku Şam ne tenê paytexta yek kes û mezheb e, belkî ya hemî Sûriyeyiyan e.”

Fethula Heseynî got: "Ew nikarin îradeya Kurdan bişkînin. Piştî nemana Esed û rejîma Beisê, Sûriye dîsa ber bi qonaxeka xeter ve diçe. Yekane aliyê ku li Sûriyeyê bi pabendî aştiyê be Kurd in."

Navbirî herwesa bang li civaka navneteweyî jî kir ku li dijî van êrîşan helwesteka cidî hebe, ew komên çekdar ên ku êrîşî herdu taxên Kurdan kirine di lîsteya terorê de ne û şerê bi wekalet bi Kurdan dikin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Silêmaniyê tekez li ser wê yekê jî kir ku, Sûriye nikare xwe li ber şerekî din bigire.

Her îro li Dîyarbekirê jî xwenîşandaneka girseyî li dijî êrîşên komên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê hat lidarxistin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji alîyê xwe ve peyamek belav kirv û tê de ragihand: “Bûyerên Helebê û armanckirina kurdan bi merema guhertina demografiya deverê û çêkirina xeterê li ser jiyana sivîlan desthilata Şamê û wijdana civaka navneteweyî dixe bin pirsiyarê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku, şer û tundûtûjî tu carî nabe çareseriya bingehîn a tu pirsgirêkan. Nabe ku tu hincet û bihane rêyê bi qirkirina neteweyî bidin. Êrîşênkirina li ser taxên Kurdan ên bajarê Helebê em gelek nîgeran kriine."