Birêvebirê Nexweşxaneya Şêx Meqsûdê xetera nemana pêdivîtiyên bijîşkî radigehîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê Nexweşxaneya Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê eşkere kir ku, ji ber êrîşên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê li ser taxên Kurdan, 10 welatî hatine kuştin û 65 welatiyên din jî birîndar bûne.

Birêvebirê Nexweşxaneya Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê Dr. Ebdulqadir Hesko îro (Pêncşem, 08.01.2026) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Niha şerekê dijwar û giran heye û komên çekdar bi giranî êrîşên xwe ji bo ser her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dane destpêkirin.”

Birêvebirê Nexweşxaneya Şêx Meqsûdê herwesa got: “Di encama pevçûn û êrîşên van sê rojan de, 10 welatî hatine kuştin û 65 welatiyên din jî birîndar bûne, ku rewşa saxlemiya hin ji wan nebaş e.”

Dr. Ebdulqadir Hesko di derheqa rewşa tenduristiyê û şiyana wê nexweşxaneyê de jî haydarî li ser xetera dorpêça bijîşkî da û ron kir: "Komên çekdar rêyê li ber gihîştina her alîkarî û pêdiviyeka bijîşkî ji bo nexweşxaneya me digirin, ev yek jî bûye sedema wê yekê ku hejmara derman û pêdiviyên li ber destên me ber bi nemanê ve biçe û karesatên mirovî jê peyda bibin.”

Navbirî amaje da awayê wan êrîşan û got: "Ew komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê bê liberçavwergirtina bingehên şer, bi awayekê bêserûber û çavkorane wan taxan bombebaran dikin û gulebaranê dikin. Armanca wan a sereke kuştina xelkê bêguneh e."

Birêvebirê Nexweşxaneya Şêx Meqsûdê di dawiya daxuyaniya xwe de pesnê rola hêzên ewlehiyê da û ragihand: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê bi moraleka bilind li qadên şer in û wekî qehremanan rûbirûyî êrîşên komên çekdar bûne ji bo parastina anê şêniyên deverê.”

Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ev sê roj in ku êrîşên leşkerî li ser her du taxên Kurdan, Eşrefiye û Şêx Meqsûd, li Helebê dane destpêkirin. Ew bi awayekî bêserûber her du taxên Kurdan bombebaran dikin, wesa jî hejmareka mezin a şêniyên wan taxan aware bûne û hin ji wan jî bûne qurbanî.