Bangewaziyek ji Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê bo alîkariya awareyên Helebê li Efrînê

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ji bo gihandina alîkariyên bingehîn ji bo Kurdên Rojava yên li Helebê kampanyayeka mezin a mirovî radigihîne.

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê îro (Pêncşem, 08.01.2026) bi rêya ragihandinekê peyamek wek bangewaziyekê ji bo alîkarîkirina Kurdên Rojava yên li Helebê belav kir û tê de got:

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê, ji aliyê biha û bingehên mirovî ve, bi nîgeraniyeka zêde li pêşveçûn û zêdebûna girjî û aloziyên li bajarê Helebê dinêre. Bê guman, aloziyên bi vî rengî dibin sedema karesatên mirovî û awarebûna xelkê deverê ji ser mal û halên wan, ji ber vê yekê girîng e ku canê sivîlan bê parastin û rê neyê dan ku koçberiya bi zorê çê bibe, ku mixabin ew alozî dibin sedema nexweşî û perîşanbûna jin, zarok û sivîlan û krîzên din ên mirovî.

Herwesa dibêje: Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê pêştir jî roleka berçav di alîkarîkirina xelkê lêqewimî li deverê de lîstiye, ku ji ber şer aware bûne, niha jî ji ber wan aloziyên Helebê, gelek awareyan berê xwe daye Efrînê, ku li gorî amarên destpêkê, hejmara wan digihîje 22 hezar malbatan.

Li gorî amarên destpêkê, her di vê bangewaziyê de amaje hatiye dan ku, Nivîsîngeha Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê li Efrînê kampanyayeka mezin a mirovî radigihîne da ku alîkariyên bingehîn ji bo wan awareyan dabîn û peyda bike, ku ji ber vî şerî berê xwe daye Efrînê.

Herwesa dibêje: Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê bang li dezgeh, rêxistin, civaka navneteweyî, xelkê xêrxwaz ê Herêma Kurdistanê û Diyasporaya Kurdistanî li derveyî welat dike ku, alîkarî û piştgiriyê bidin Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê, da ku em bikarin alîkariyên mirovî bigihînin xelkê deverê.