Îran daxwaza valakirina pênc dezgehên stratejîk ên welatên Kendavê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Pasdarên Îranê peyameke lezgîn belav kir û hişyarî da welatî û xwecihên nêzîkî pênc dezgehên stratejîk ên enerjiyê li welatên Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê ku di zûtirîn dem de ji wan deveran derkevin. Di wê peyamê de hatiye gotin ku, ew cih bûne armancên rewa û di saetên bê de êrîşî wan tê kirin.

Artêşa Pasdaran a Îranê îro (Çarşem, 18ê Adara 2026ê) hişyariyek da karmend û xwecihên derdora çend dezgehên girîng ên petrol û pîşesaziyê li Kendavê û tê de ji wan xwest ku ji bo parastina canê xwe bi lez ji van cihên jêrîn dûr bikevin:

1. Parzinîngeha SAMREFê, Erebistana Siûdî.

2. Zeviya Gazê ya Husnê, Îmarat.

3. Komelgeha Pîşesaziyê ya Cubeylê, Erebistana Siûdî.

4. Komelgeha Mesêîdê û Şîrketa Mesêîd Holdingê, Qeter.

5. Parzinîngeha Ras Lafanê, Qeter.

Di pareke wê peyamê de hatiye gotin ku, pêştir gelek caran hişyarî bi rayedarên van welatan hatiye dan ku qumarê bi çarenivîsa gelên xwe nekin, lê ew li ser wê siyasetê berdewam bûn.

Ew hişyarî tekez jî dike ku, berpirsiyariya bi tevahî ya her encam û xetereke ku peyda bibe li ser milê desthilatdarên wan welatan e, ku rêya xwe ya siyasî neguhertiye. Ji welatiyan jî hatiye xwestin ku, ji bo parastina silametiya xwe tavilê ji deverên diyarkirî derkevin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

Êrîşên Îranê bûne sedema gelek nerazîbûnên herêmî û navneteweyî û welat bang li Tehranê dikin ku, êrîşên xwe yên herêmî rawestîne ji ber ku jiyana sivîlan xistiye xeterê û jêrxaneya sivîl a welatên Kendavî dike armanc.