Zeviya Parsa Başûr a gazê li Îranê hat bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku, zeviya gazê ya Parsa Başûr li peravên Kendavê katiye ber êrîşên bi mûşekan ên Amerîka û Îsraîlê, û di encamê de şewateke mezin çê bûye. Qeterê jî, ku di wê zeviyê de bi Îranê re hevpar e, ew êrîş wekî "pêngaveke xeter û neberpirsiyarane" wesf kir.

Cîgirê Parêzgarê Buşehrê li Başûrê Îranê Îhsan Cehaniyan îro (Çarşem, 18ê Adara 2026ê) ji medyaya welatê xwe re ragihand ku, hin ji dezgehên gazê yên devera aborî ya enerjiyê ya Parsa Başûr li Eselûyeyê bi mûşek û bermahiyên şer hatine bombebarankirin. Amaje jî da ku, tîmên agirvemirandinê bizavê dikin ku wî agirî kontrol bikin.

Di vê navberê de, Qeter, ku zeviya gazê ya herî mezin a cîhanê (Para Başûr/Gaza Bakur) bi Îranê re parve dike, ew êrîş bi tundî şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Macid Ensarî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsandiye: Armanckirina dezgehên zeviya Parsa Başûr, ku dirêjkirina zeviya gazê ya bakurê Qeterê ye, pêngaveke xeter û neberpirsiyarane ye.

Ensarî hişyarî jî da ku, êrîşên li ser jêrxaneya enerjiyê gefeke rasterast e li ser ewlehiya enerjiya cîhanê û jîngeha deverê, daxwaz jî kir ku dezgehên xizmetê yên girîng ji pevçûnên leşkerî bên dûrxistin.

Zeviya Parsa Başûr nêzîkî 70% ya pêdivîtiyên gaza navxweyî ya Îranê dabîn dike û pareke sereke ya aboriya wî welatî ye. Îsraîlê pêştir jî li Xizîrana 2025ê û di dema şerê 12-rojî yê di navbera wan de çend dezgehên gaza Îranê li wê deverê kiribûn armanc.