Artêşa Pasdaran kuştina Wezîrê Îtîlaatê yê Îranê piştrast kir

Îsmaîl Xetîb
Îsmaîl Xetîb

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Pasdaran a Îranê bi rengekî fermî kuştina Wezîrê Îtîlaatê yê Îranê ragihand.

Artêşa Pasdaran a Îranê îro (Çarşem, 18ê Adara 2026ê) bi rengekî fermî piştrast kir ku, Wezîrê Îtîlaatê yê Îranê Îsmaîl Xetîb hatiye kuştin.

Ev jî di demekê de ye ku, Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz sibeha îro Çarşemê ragihandibû ku, Wezîrê Îtîlaatê yê Îranê Îsmaîl Xetîb di êrîşên wan ên şevêdî yên li ser Tehranê de hatiye kuştin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê tekez jî kir ku, artêşê destûr werrgirtiye ku her gava berpirsekî payebilind ê Îranî bikeve ber çavên wê bikuje. Herwesa ragihand ku, Îsraîl di lûtkeya qonaxeke çarenivîssaz de ye.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê îro (Çarşem, 18ê Adara 2026ê) kuştina Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî û hejmareke fermandarên payebilind ên leşkerî yên Îranê ragihand.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.