Encûmena Bilind a Elewiyan: Divê komkujiya li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê were rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriye û Cîhanê êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi tundî şermezar kirin. Encumenê daxwaz kir ku demildest komkujiyên li dijî sivîlan werin rawestandin û Sûriye bi sîstema nenavendî were birêvebirin.

Encûmena Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriye û Cîhanê, têkildarî geşedanên dawî yên li herêmên kinarê deryayê û taxên Kurdan ên Helebê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Encumenê hişyarî da ku kiryarên desthilata niha jiyana hevbeş û şîrazeya neteweyî ya Sûriyeyê dixe bin metirsiyê.

Encumenê di daxuyaniya xwe de desthilata "de facto" ya bi serokatiya "Ebû Mihemed Colanî" tawanbar kir û ragihand. operasyonên reşbigirî, kuştin û kiryarên neyasayî yên li Helebê binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e. 

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Berdewamiya vê siyaseta qirkirinê dê civaka Sûriyeyê bi temamî hilweşîne. Berpirsyariya van herdu karesatan di stûyê îdareya niha ya Sûriyeyê de ye."

Daxwazên Encûmena Elewiyan

Encûmenê ji bo çareserkirina krîzê û parastina sivîlan ev daxwazên sereke rêz kirin:

- Divê demildest komkujiyên meydanî werin rawestandin.

- Dîmenên çekdarî yên li bajarê Helebê werin bidawîkirin.

- Hemû pêkhateyên Sûriyeyê bêyî cudahî werin parastin.

- Pabendbûna bi biryarên navneteweyî were nîşandan.

Çareserî: Destûreke medenî û sîstema nenavendî

Encumena Bilind a Elewiyan bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî van bûyeran bêdeng nemînin. Encumenê destnîşan kir ku bingeha çareseriyê "destûreke medenî" ye û divê Sûriye bi sîstemeke "nenavendî" were birêvebirin da ku mafên hemû pêkhateyan werin parastin.

Roja sêşemê, 6’ê Çileya 2026’an, komên çekdar ên girêdayî desthilata nû ya Sûriyeyê bi tank û topan êrişeke berfireh birin ser taxên Kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, ku di encamê de gelek sivîl bûn qurbanî û bi dehhezaran kes koçber bûn.