Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata Lawko Mamend Mesîh re xwest
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di behînameyekê de got: “Min bi xemgînî nûçeya wexera dawiyê ya hevalê Barzaniyê Nemir Lawko Mamend Mesîh bihîst. Ez sersaxiyê ji malbata wî re dixwazim.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (În, 09.01.2026) ji ber wexera dawiyê ya hevalê Barzaniyê Nemir Lawko Mamend Mesîh peyameka behîdariyê belav kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di wê peyamê de got: " Min bi xemgînî nûçeya wexera dawiyê ya hevalê Barzaniyê Nemir Lawko Mamend Mesîh bihîst. Ez sersaxiyê ji malbata wî re dixwazim.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got: “Ez sersaxiyê ji malbata Lawko Mamend Mesîh re dixwazim û ez hevparê xema wan im. Xudayê mezin canê wî bi bihiştê şad bike û sebir û hedarê bide hemiayn."