MSD Hikûmeta Sûriyeyê bi binpêkirina agirbesta Helebê tometbar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê agirbest li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên bajarê Helebê binpê kiriye û li ser topbarankirina deverên sivîlan bi çekên giran berdewam e.

Hevserokê Nivîsîngeha Têkiliyên Giştî ya MSDê Hesen Mihemed Elî îro (Şemî, 10.01.2026) eşkere kir ku, hêzên Hikûmeta Sûriyeyê pabendî peymana şer a agirbestê nebûn.

Hesen Mihemed Elî amaje jî da ku, Nexweşxaneya Xalid Fecrê ji ber topbaranên bi tank û mûşekan bi ser birîndaran de hatiye xwarê. Di encama van êrîşan de di dema agirbestê de, hejmareka sivîlan hatiye kuştin ku di nav de du bijîşk û pênc xortên Eşrefiyeyê hene.

Rayedarê MSDê herwesa ragihand ku, wan niha bi welatên Amerîka û Fransayê re têkiliyeka berdewam heye, ji bo çêkirina zexteka navneteweyî bi merema rawestandina tavilê ya şer û garantîkirina agirbestê. Armanca van bizavan destpêkirina nîqaşan e ji bo destnîşankirina çarçoveyeka îdarî ya taybetî ji bo wan taxên Helebê yên ku piraniya şêniyên wan Kurd in.

Di demekê de ku pevçûn li taxa Şêx Meqsûdê bi tundî berdewam in, artêşa Sûriyeyê ragihandiye ku, wan tevahiya taxa Eşrefiyeyê kontrol kiriye. Ev piştî wê yekê tê ku, hêzên Kurdan red kiriye ku taxa Şêx Meqsûdê berdin û cidî ne ku berevaniyê ji wan deveran bikin.

Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ev çend roj in ku êrîşên leşkerî li ser her du taxên Kurdan, Eşrefiye û Şêx Meqsûd, li Helebê dane destpêkirin. Wan bi awayekî bêserûber her du taxên Kurdan bombebaran kirine, wesa jî hejmareka mezin a şêniyên wan taxan aware bûne û hin ji wan jî bûne qurbanî.