Li Şêx Meqsûd agirbesteke demkî hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Meclisa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ragihand, ji bo derxistina birîndaran agirbesteke demkî hat ragihandin. 

Meclisa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê îro 10ê Çileyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, li taxên dorpêçkirî "agirbesteke demkî" pêk hatiye. Meclisê destnîşan kir, armanca vê lihevkirinê ew e ku rê li ber tîmên bijîşkî û mirovî were vekirin, da ku karibin birîndar, zarok û jinan ji hundirê Nexweşxaneya Xalid Fecir derxin.

Wekî tê zanîn, ev nexweşxane ku tekane navenda tenduristiyê ya taxê ye, di rojên borî de rastî topbaraneke sîstematîk û giran hatibû û jiyana bi sedan kesan di xeteriyê de bû.

Di vê derbarê de jî, Desteya Tenduristiyê ragihandibû, ji ber êrişên berdewam û dorpêça ku bi mehan e berdewam dike, li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hemû nexweşxaneyên giştî û taybet ji xizmetê derketine. Nebûna sotemenî, derman û pêdiviyên bijîşkî karesateke mirovî aniye asteke xeternak.

Ev agirbesta li beşeke taxa Şêx Meqsûd di demeke de ye, Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê îro pêştir ragihandibû, hemû operasyonên wan ên leşkerî yên li hundirê taxa Şêx Meqsûdê ji saet 15:00’ê piştî nîvro ve rawestiyane. 

Artêşa Sûriyeyê diyar kir ku ew niha dest bi radestkirina saziyên hikumî û navendên tenduristiyê ji bo dezgehên fermî yên dewletê dikin. Herwiha hat ragihandin ku hêzên artêşê bi awayekî qonax bi qonax ji kolan û şeqamên taxê vedikişin.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji 6’ê Çileyê ve di bin êrişên giran ên komên çekdar ên girêdayî "Hikumeta Demkî" de bûn. Di nava van çend rojan de, gelek komkujî li dijî sivîlan hatin kirin û ziyaneke pir mezin gihîşt binesaziya taxê.