Agit Kabayel: Min hêza Kurdan nîşanî hemî cîhanê da

Agit Kabayel
Agit Kabayel

Navenda Nûçeyan (K24) - Lîstikvanê Boksîngê yê Kurd Agit Kabayel serkeftineka dîrokî bi dest xist û bû qehremanê kêşa giran û ragihand ku, wî karî hêza Kurdan nîşanî hemî cîhanê bide.

Agit Kabayel bi sponsoriya Rêkxistina Kurdistan Foundationê di yariyeka dîrokî de û ji bo serkeftineka din li Almanyayê rûbirûyî Damian Niba yê Polonî bû û di dawiyê de qehremanê Kurdan karî hevrikê xwe bişkîne û serkeftineka dîrokî bi dest bixe.

Agit di destpêka wê rûbirûbûnê de rastî zehmetiyan hat lê di dawiyê de karî di dema sêyê de bi derbeka kujek hevrikê xwe bişkîne û bibe serkeftiyê wê yariyê.

Qehremanê Kurd berî vê rûbirûbûnê 26 serkeftin, 0 şkestin û 18 derbên kujek hebûn, lê di derba dawiyê ya yekalîker de wî karî serkeftina xwe ya 27ê ya li pey hev bi dest bixe û hejmara derbên xwe yên kujek jî gihand 19 derban.

Agit di wê yariyê de li destpêkê rastî sê derbên bihêz hat lê di dawiyê de bi amadebûna nêzî 13 hezar kesan karî di qonaxa sêyê de hevrikê xwe bi derbeka kujek a yekalîker bişkîne.

Piştî wê serkeftina dîrokî, Agit Kabayel qehremanê cîhanî li ser asta her sê kêşên hevgirtî yên giran Oleksandr Osyk vexwend û amadebûna xwe ji bo rûbirûbûna bi wî qehremanê cîhanî re ragihand û got: Bijî Kurdistan, tiştê ku we dît hêza Kurdan bû min nîşanî hemî cîhanê da.