Barcelonayê Real Madrid têk bir û bû Şampiyonê Kupa Super a Spanyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Barcelona di fînala El Clasico de bi encama (3 – 2) biser ket û 16emîn car Kupa Super a Spanyayê bir muzeya xwe.

Li Stadê Al-Inma bajarê Cidde yê Erebistana Siûdî, her du tîmên Spanyayê Barcelona û Real Madrid di fînala Kupa Super de hatin pêşberî hev. Barcelona bi encama (3 – 2) hevrikê xwe yê herî mezin Real Madrid têk bir û bû qehremanê kupayê.

Golên Barcelonayê ji aliyê stêrka Brezîlyayî Raphinha di xulekên (36 û 73) û Robert Lewandowski di xulekên (45+4) de hatin tomarkirin. 

Li aliyê din, golên Real Madridê ji aliyê Vinícius (45+2) û Gonzalo García (45+6) ve hatin tomar kirin. Pêşbirka ku di nîveka yekem de bi sê golên di xulekên lêzêdekirî de derbas bû, heyecaneke mezin da temaşevanan.

Barcelona rekora xwe nû kir

Bi vê serkeftinê, Barcelonayê bersiva têkçûna (2 – 1) a ku di gera yekem a lîga Spanyayê (La Liga) de li hemberî Real Madridê xwaribû, da. Herwiha ev bû sala duyemîn li ser hev ku tîma Katalan di fînala Kupa Super de Real Madridê têk dibe û kupayê hildide.

Barcelona bi vê serkeftina dîrokî, hejmara nasnavên xwe yên di Kupa Super a Spanyayê de gihand 16an. Bi vê encamê, Barcelona wekî tîma ku herî zêde ev kupa biriye, rekora xwe ya di vê qadê de hîn bêtir xurt kir.