Silêmanî: 17 girtiyên şerê "Lalezar" hatin azadkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê, îro 17 kesên din ku di bûyera şerê "Lalezar" de hatibûn girtin, piştî ku ti belge li ser wan nehatin dîtin, azad kirin.

Li gorî zanyariyên ku peyamnêrê Kurdistan24ê ji jêdererên ewlehiyê wergirtine, 17 girtiyên şerê Lalezarê îro 13ê Çileyê ji aliyê Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê ve hatin berdan. Hat diyarkirin ku di encama lêkolînan de ti belgeyên ku sûcdariya van kesan îspat bikin nehatine dîtin.

Wî jêderî diyar kir jî, malbatên girtiyan berê hatibûn agahdarkirin ku sibê serî li navenda Asayîşê bidin, da ku karûbarên yasayî yên azadkirina wan bi dawî bikin. 

Pêştir jî zêdetirî 70 kesên ku di heman dozê de hatibûn girtin, hatibûn azadkirin.

Şerê Lalezarê çi bû?

Şerê "Lalezar" di 22ê Tebaxa 2025an qewimî. Di wê rojê de, hêzên ewlehiyê yên ser bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve êrîş kiribûn ser Hotela Lalezarê ku cîhê mana Serokê Hevpeymaniya "Berey Gel" Lahûr Şêx Cengî bû.

Di encama wî şerî de ku çend saetan ajot, ji her du aliyan (hêzên YNKê û parêzvanên Lahûr Şêx Cengî) kuştî û birîndar çêbûn. Piştî şer, Lahûr, birayê wî Polad û zêdetirî 160 kesên din hatibûn girtin. Hîn jî beşek ji girtiyan di girtîgehê de ne.