BCFê alîkarî gihandin awareyên Helebê û li ser rewşa wan haydarî da
Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê (BCF), zêdebarî ku her roj alîkariyên pêdivî igihîne awareyên Helebê û gundên derdora wê, tevî alîkariyên tenduristî, herwesa haydarî da ku pêdivîtiya awareyên şêniyên Helebê bi alîkariyên derûnî û tenduristî yên lezgîn heye.
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê belav kiriyev ku, sê hezar danên xwarinê yên hişk ji sê hezar malbatan re dabîn kirine.
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê îro (Sêşem, 13.01.2026) ragihand ku, wan îro yek hezar û 500 danên xwarinê yên germ ji bo awareyên Helebê dabîn kirine, tevî wê yekê jî tîmên hemşîretiyê yên gerok bi pênc desteyên tenduristiyê re çûn nav kamp û cihên akincîbûna awareyan û piştgiriya tenduristiyê pêşkêşî bingehên tenduristiyê yên gundên derdora Helebê kirine.
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê herwesa ragihandiye ku, tevî hemî wan alîkariyên ku pêşkêşî awareyên tên kirin, piştgiriya derûnî pêşkêşî zarokên aware yên Helebê tên kirin.
Li gorî agahiyên wan zanyarên ku Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê li ser alîkariyên xwe ji bo awareyên Helebê belav kirine, ew xwarinên ku pêşkêşî awareyan hatine kirin ev in: birinc, nok, goşt, nan, av û nîsk, herwesa betanî, doşek, çarşefên plastîk, sêtên metbexê, tevî kincên malbatan û çalakiyên dilxweşker ji bo zarokan û gelek pêdivîtiyên din.
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê herwesa ragihandiye ku, zêdetir ji 22 hezar malbatan ku dibin nêzîkî 110 hezar kesan awareyên Efrînê bûn, wesa pêdivîtiya dabînkrina cihê manê ji wan re zêdetir dibe.
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê haydarî da ku, şert û mercên zivistanê yên Sûriyeyê û serma û baranê bandoreka cidî li ser tenduristiya penaberan kiriye, bandora wê jî bi taybetî li ser jin, zarok û pîr û kalan e, di demekê de ku li deverên çiyayî befireka zêde bariye.
Tevî wê yekê jî, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ji ber serma û qeşaya li wê deverê haydarî li ser belavbûna nexweşiyan di nav awareyan de da. Tevî wê yekê jî, rewşa derûnî ya jin û zarokan gelek xirab bûye û pêdivîtiya wan bi alîkariya lezgîn heye.