Nûnerê MSDê: Hewldanên Serok Barzanî ji bo parastina Kurdan di vê qonaxê de gelekî giranbuha ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê MSD'ê li Almanyayê, ragihand, êrîşên dawî yên li ser taxên Kurdî yên Helebê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, beşek in ji projeyeke mezin a navneteweyî ya ji bo guhertina nexşeya herêmê. Qasim tekez kir, tevî hemû gefan jî, Kurd hertim daxwaza diyalogê dikin.
Nûnerê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Almanyayê Rizgar Qasim beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser rewşa dawî ya Heleb, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê diyar kir, desthilatdariya li Şamê (hikûmeta Sûriyeyê) bi van kiryarên xwe careke din nîşan da ku ew hebûna Kurdan wekî armanc dibînin û naxwazin mafên wan nas bikin.
Qasim bal kişand ser hevdîtinên dîplomatîk ên li ser asta navneteweyî û wiha got: "Em dibînin ku li herêmê projeyeke nû ya guhertina nexşeyê heye. bazarên siyasî yên mezin li pişt perdeyê têne kirin. Ji Azerbaycanê heta Parîsê, hevdîtinên di navbera Amerîka, Îsraîl û Tirkiyeyê de nîşan didin ku senaryoyên nû ji bo Sûriyeyê têne amadekirin. Ev yek rasterast bandorê li ser statuya Kurdan dike."
Rizgar Qasim di axaftina xwe de tekezî li ser wê yekê kir ku di vî şerê giran de, pêdivî bi "zîrekiya dîplomatîk" û "yekrêziya neteweyî" heye. Herwiha diyar kir ku Kurd ne tenê bi leşkerî, lê divê di warê siyasî de jî amade bin da ku destkeftiyên xwe biparêzin.
Qasim herwiha got: "Divê em li gorî guhertinên nû yên herêmî gavên xwe bavejin û rê nedin ku Kurd careke din bibin qurbaniya peymanên navneteweyî."
Pesnê hewildanên Serok Barzanî
Nûnerê MSD'ê bal kişand ser rola Serok Mesûd Barzanî ya di parastina Kurdên Sûriyeyê de û wiha dewam kir:
"Serok Barzanî her tim sembola yekrêzî û parastina Kurdan e. Hewldanên wî yên dîplomatîk ên bi aliyên navneteweyî re û peywendiya wî ya bi Ahmad Al-Carba re, ji bo parastina canê Kurdan û rêgirtina li komkujiyên nû gelekî girîng in. Em dibînin ku Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê di van rojên dijwar de ji bo karesatên li ser Kurdan, mîna yên li ser Elewî û Durziyan pêk hatine dubare nebin, di nava tevgereke mezin de ne."
"Em ji bo diyalogê amade ne"
Rizgar Qasim amaje bi wê kir jî, tevî ku ew ji aliyê leşkerî ve amade ne berevaniyê bikin, lê her tim destê wan ji bo diyalogê dirêjkirî ye. Qasim got ku ew naxwazin xwîna Kurdan birije û baweriya wan bi çareseriya siyasî heye, lê belê divê ev çareserî bi naskirina rûmet û mafên gelê Kurd be.