Bakurê Kurdistanê di bin berfê de ye: Rêyên bi hezaran gundan hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şepoleke giran a berfê û sermayê Bakurê Kurdistanê û piraniya bajarên Tirkiyeyê girtiye bin bandora xwe. Ji ber barîna berfa zêde û qezayên rê, li 30 parêzgehan dibistan hatin girtin û betlane hat ragihandin.

Li gorî zanyariyên dawî, ev şepola berfê bi taybetî li bajarên Bakurê Kurdistanê bandoreke giran kiriye. Di vê çarçoveyê de li parêzgehên Dêrsim, Şirnex, Erzîngan, Erzirom, Wan, Erdexan, Çewlîg, Qers, Meletî, Colemêrg, Agirî û Bedlîsê û di gelek bajarên din ên Tirkiyeyê de ji ber xetereya qeşagirtinê û girtina rêyan, perwerde bo rojekê hat rawestandin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand, ev şepola sermayê ji ser Ukraynayê ve hatiye û dê bibe sedema daketineke berçav a pileyên germê. Pisporên keşnasiyê hişyarî didin û dibêjin ku ev şepol nîşaneya "zivistana herî sar û dijwar e ku piştî sala 2016an ve rû daye."

Ji ber barîna berfê ya ku li hinek deveran bilindahiya wê gihîştiye metreyekê, li herêmên çiyayî yên Bakurê Kurdistanê rêyên bi hezaran gundan hatine girtin. Tîmên paqijkirina berfê di nava xebateke dijwar de ne da ku rêyên sereke vekirî bihêlin, lê belê bager û mij xebatan zehmet dike.

Li gorî pêşbîniyên keşnasiyê, ev şepola berfê û sermayê dê heta 21ê Çileyê bi astên cuda berdewam bike. Rayedaran bang li welatiyan kir ku heta neçar nebin bi wesayîtên xwe yên taybet dernekevin derve û tedbîrên xwe li hemberî sermayê bigirin.