Hêmin Hewramî: Di civîna çaralî ya Silêmaniyê de hewlên ji bo helwesteke yekgirtî tên xurtkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ragihand, di civîna çaralî ya Silêmaniyê de hewlên hevbeş ji bo gihîştina helwesteke yekgirtî ya Herêma Kurdistanê li hemberî pêşhatên vê dawiyê yên Bexdayê tên xurtkirin.
Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Hêmin Hewramî îro Şemiyê (28ê Mijdara 2026an), derbarê civîna çaralî de li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir û tê de nivîsî: "Civîneke astbilind di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de li Mekteba Siyasî ya YNKê li Silêmaniyê birêve diçe."
Hewramî her wiha diyar kir: "Di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel hejmarek endamên Mekteba Siyasî ya PDKê amade dibin. Li hemberî wê, Bafil Talebanî û Qubad Talebanî li gel hejmarek endamên Mekteba Siyasî ya YNKê beşdar dibin."
Derbarê naveroka civîna çaralî de jî Hewramî nivîsiye: "Hewlên hevbeş ji bo gihîştina helwesteke yekgirtî ya Herêma Kurdistanê li hemberî pêşhatên vê dawiyê yên Bexdayê hatine çirkirin. Herwiha tekezî li ser wê yekê jî hatiye kirin ku divê hemû çareserî li ser bingeha diyalogê, pabendbûna bi federalîzm û destûrê bin."