Deriyê Navdewletî yê Zêtê ji ber berfê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Asayîşa Deriyên Sînorî ragihand, ji ber barîna berfeke zêde, mercên xirab ên keşûhewayê û girtina rêyan, Deriyê Navdewletî ya Zêtê hatiye girtin.

Rêveberiya Asayîşa Deriyên Sînorî îro 14ê Çileyê bi daxuyaniyekê welatî û geştiyar agahdar kirin ku ji ber şepola berfê û zehmetiya hatûçûnê, Deriyê Zêtê (li aliyê Herêma Kurdistanê) û Deriyê Derecîkê (li aliyê Tirkiyeyê) bi peywendiyeke hevbeş biryara girtina Deriyê dane.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku: "Ji ber barîna berfeke zêde li deverên çiyayî û neliheviya keşûhewayê, hatûçûna geştiyaran bi temamî hatiye rawestandin. Rêyên ku diçin Deriyê ji ber berfê hatine girtin û di vê demê de tu geştiyar nikarin derbas bibin."

Rêveberiya Asayîşa Deriyên Sînorî destnîşan kir, girtina derî heta demeke nediyar berdewam dike û heta ku rewşa keşûhewayê baştir nebe û rê neyên paqijkirin, derî nayê vekirin.

Pêştir di 1ê Çileyê de jî bi heman sedemê deriyê Zêtê di rûyê geştiyaran de hatibû girtin. Rayedar bang li welatiyan dikin ku ji bo parastina canê xwe, berê xwe nedin wê navçeyê heta ku agahdariyeke nû neyê belavkirin.