Ebdulselam Ehmed: Hişmendiya Şamê ya 'Kurdê bêmaf' neguheriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Rêveberiya Xweser li Libnanê Ebdulselam Ehmed ragihand, hikûmeta Şamê û komên tundrew bi piştgiriya dewleta Tirkiyê û di encama planên navdewletî de, dixwazin destkeftiyên gelê Kurd têk bibin û asayîşê li herêmê têk bibin.
Ebdulselam Ehmed îro 15ê Çileyê derbarê rewşa aloz a Sûriyê û metirsiyên li ser Rojavayê Kurdistanê de ji Kurdistan24ê re ragihand, hişmendiya hikûmeta Şamê nehatiye guhertin û hîn jî bi çavê "koleyê bindest" li gelê Kurd û pêkhateyên din dinêre.
Ehmed diyar kir, armanca seretayî ya hikûmeta niha ya Şamê ew e ku wek berê hemû herêmên Sûriyê bixe bin kontrola xwe û got: "Şam naxwaze mafên rewa yên gelê Kurd nas bike. Ew Kurdekî wisa dixwazin ku her tiştê wan bipejirîne û bibêje 'em hemû Ereb in'. Hebûna wezîrekî Kurd di nav hikûmetê de tenê şanoyek e ji bo xapandina raya giştî ya cîhanê; di rastiyê de ew wezîr tenê îradeya Şamê dimeşîne."
Derbarê pêşhatên dawî de, Ebdulselam Ehmed destnîşan kir, ev yek beşek ji planeke mezin a navdewletî ye ku Amerîka jî tê de heye. Ehmed hişyarî da ku her çend Ehmed Şera şêwaz û xuyabûna xwe biguherîne jî, hişmendiya wî ya radîkal û tundrew naguhere. Herwiha diyar kir ku Şam bûye bingehê komên cîhadî yên wekî DAIŞ, Ensar El-Sune û komên din ên tundrew ku ji derveyî welat hatine.
Herwiha tekez kir, armanca desthilata niha ya li Şamê, ne tenê Heleb û Dêr Hafir û Reqa ye, belkû ew hebûna Kurdan qebûl nakin. Ew hebûna miletê Kurd li ser xaka xwe ku mafê wî wek ya Ereban heye, nabîne û xalek jî ji peymana 10ê Adarê cibicî nekiriye.
Ehmed bîranîna Peymana 11’ê Adarê ya sala 1970’an anî ziman û hişyarî da ku dîrok xwe dubare neke. Wî got: "Wê demê jî peyman hatin îmzekirin, lê di encamê de Enfal û kîmyabaran bi serê gelê me de anîn. Îro jî her diyalogeke ku ne li ser bingeha naskirina destûrî û mafên rewa be, wê bi heman encamê bi dawî bibe."
Nûnerê Rêveberiya Xweser tekez kir, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ne tenê parastina Kurdan, lê parastina hemû pêkhateyên Sûriyê yên wekî Elewî, Durizî, Mesîhî û Ereban dike. Ehmed got: "Îro hemû pêkhateyên ku ji ber terorê û hişmendiya Şamê ditirsin, çavên wan li HSD’ê ye. HSD hêza tekane ye ku dikare li hember terorê bisekine û Sûriyeyeke demokratîk ava bike."
Di dawiya axaftina xwe de, Ebdulselam Ehmed bang li gelê Kurd û hemû pêkhateyan kir ku li hember polîtîkayên "Erebkirinê" û maskeyên "Îslama tundrew" hişyar bin û xwedî li îradeya xwe ya azad derkevin.