Hakan Fidan: Em hêvîdar in pirsa HSDê îsal bê çareserkirin

Hakan Fidan
Hakan Fidan

Navenda Nûçeyan (K24) - Hakan Fidan got: Em hêvî dikin ku di îsal de pirsa HSDê çareser bikin. Pêdivî jî dît ku, pirsgirêkên di navbera Îran û Amerîkayê de bi rêya diyalogê bên çareserkirin."

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan îro (Pêncşem, 15.01.2026) di civînekê de bi nûnerên medyayî yên neteweyî û navneteweyî re li Stenbolê bal kişand ser siyaseta derve ya welatê xwe.

Fidan di derheqa rewşa Sûriyeyê û aloziyên vê dawiyê yên Helebê ragihand: Pirsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî pirsgirêkek ji bo Sûriye, Tirkiye û deverê maye. Em hêvî dikin ku îsal ev pirsgirêk jî bê çareserkirin. Tirkiye dê di sala 2026ê de siyaseta xwe ya zelal û biryardar di vî warî de bidomîne.

Navbirî herwesa got: Ji dema hilweşîna rejîma Esed ve, ji Efrînê heta Serê Kaniyê, ji Tel Refetê heta Helebê em eynî tiştî dibînin. Mana hin hêzan neqanûnî ye. Amaje jî da ku, divê rêya dîplomasî û diyalogê ji bo çareseriyê bê bikaranîn.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê hêvî jî kir ku, peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de bê bicîhanîn. Tekez jî kir: Ji bo misogerkirina mafên pêkhateyan, lihevkirin pêdivî nîne. Hikûmeta Sûriyeyê jî vê yekê dixwaze, lê pirsgirêka sereke di awayê tevlîbûna siyasî ya pêkhateyan de ye.

Fidan dewleta Îranê wekî dost binav kir û got: Her bûyereka ku li Îranê diqewime dê bandorê li me jî bike. Wî hêvî kir ku, Îran bikare pirsgirêkên xwe bi aktorên mezin ên navneteweyî re çareser bike, ji ber ku, bi gotina wî, "eger Îran bikare pirsgirêkên xwe bi aktorên mezin ên navneteweyî re çareser bike, nebûna tenahiyê li deverê belav nabe û ev jî di berjewendiya me de ye."

Navbirî nîgeraniya xwe li ser îhtîmala bikaranîna hêzê anî ziman û behsa şerê 12 rojî yê berê kir, ku dikare îhtîmala dubarebûna wî heye. Li dawiyê jî tekez kir: Em dixwazin ku hemî pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin û nebûna tenahiyê ya berfireh li Îranê dê bandorê li deverê bike. Em dê helwestên xwe yên dîplomatîk bidomînin. Em hêvî dikin ku Îran û Amerîka pirsgirêkên xwe çareser bikin.