Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser rewşa Helebê bersiva K24ê da

Maria Zakharova
Maria Zakharova

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê got: Rûsya bi nîgeranî li wan nûçeyan dinêre yên ku li ser kuştî û birîndarên sivîl li her du taxên Kurdan ên Helebê hatine belavkirin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova îro (Pêncşem, 15.01.2026) di bersiva pirsyareka Kurdistan24ê de got ku, welatê wê bi nîgeranî li wan nûçeyan dinêre yên ku li ser kuştî û birîndarên sivîl li her du taxên Kurdan ên Helebê hatine belavkirin.

Maria Zakharova amaje jî da: Em rewşê ji nêz ve dişopînin, ku ji destpêka mehê ve rewşa bajarê Helebê bi giranî aloz bûye. Pevçûnên leşkerî di navbera Artêşa Erebî ya Sûriyeyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê de li her du taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê qewimîn.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê tekez jî kir: Girîng e ku ewlehî û parastina pêdivî ji bo welatiyên sivîl li Helebê bên dabînkirin. Bê guman, wekî ku min pêştir jî got, ev êrîş nayê qebûlkirin.

Berdevka navbirî tekez jî kir ku, berqerabûna aştî û tenahiyê li Sûriyeyê tenê bi rêya danûstandinên berfireh tê bidestxistin, bi rengekî ku tekezî li ser peymana neteweyî bê kirin û maf û daxwazên hemî netewe û nijadên civaka Sûriyeyê bi tevahî bên parastin û misogerkirin.

Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li şeva 10.01.2026ê de, bi fermana Ehmed Şera, êrîşeka leşkerî li ser her du taxên Kurdan, Eşrefiye û Şêx Meqsûd, li Helebê dan destpêkirin.

Artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi çekên giran û tankan her du taxên Kurdan ên Helebê bombebaran kirin, ku nêzîkî 150 hezar kesan ku şêniyên wan taxan bûn aware bûn. Herwesa çavkaniyekê ji Heyva Sor a Kurdî li Rojavayê Kurdistanê taybet ji Kurdistan24ê re ragihandibû ku, ji ber bombebaranên artêşa Ehmed Şera, heta niha 216 sivîl hatine kuştin û 100 sivîlên din jî birîndar bûne.