Tirkiye: Em ewlehiya Sûriyeyê ji xwe cuda nakin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê yekparçeyî û yekartêşiya Sûriyeyê û herwesa ewlehiya sînorên welatê xwe bi Îranê re, ku 560 kîlometre ne, tekez kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê îro (Pêncşem, 15.01.202) belav kir ku, karên damezrandina 203 bircên elektro-optîk, 43 bircên asansorê û çêkirina 380 kîlometreyên dîwarên konkirîtî û kolana 553 kîlometreyên xendekan li ser sînorê Îranê bidawî bûne.

Wezareta navbirî di derheqa rewşa dawiyê ya Sûriyeyê de jî ragihand: Em tekez dikin ku em ewlehiya Sûriyeyê ji ewlehiya xwe cuda nakin, û di çarçoveya bingeha yek dewlet û yek artêş de û li ser bingeha yekparçeyiya axê û yekîtiya Sûriyeyê, eger daxwaz bê kirin, em dê piştgiriyê bidin her rûbirûbûnekê.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di derheqa pêşhatên Îranê de jî got ku, ewlekariya sînorên Îranê bi Tirkiyeyê re 560 kîlometre ye, ji aliyê leşkerên sînorî ve 24 saetan tê parastin.

Çavkaniya navbirî di derheqa wê balafira C-130ê de ya ku li ser sînorê Azerbaycan-Gurcistanê de ket ragihand ku, vekolanên pêkhateyî û şirovekarî yên girêdayî sedema ketina wê balafirê bi rengekê berfireh berdewam in.