Sebah Numan: Em rêyê nadin Iraq bibe meydana êrîşkirina li ser tu welatan

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Fermî yê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand: Em rêyê nadin ku ax, asman û sînorê avî yên Iraqê bibin meydana çareserkirina hevrikiyên deverê û êrîşî tu welatekê cîran û deverê bên kirin, ji ber ku rakêşana Iraqê ji bo nav alozî û hevrikiyan xizmeta gelê wê nake.

Berdevkê Fermî yê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan îro (Pêncşem, 15.01.2026) li ser helwesta hêzên Iraqê û rewşa deverê daxuyaniyek belav kir û tê de amaje da: Hikûmeta Iraqê bang li hemî aliyan dike ku, xwe ragirin û penayê ji bo zimanê danûstandinan bibin.

Ew daxuyanî di malpera fermî ya Hikûmeta Iaqê (Wai) de hatiye belavkirin û tê de hatiye gotin; pêşveçûnên bilez ên deverê û tundtirbûna gefan bandorê li ser ewlehî û tenahiya deverê dikin, ji ber vê yekê Komara Iraqê helwesta xwe ya neguher tekez dike û red dike ku, destûrê bide ku ax, asman û deverên wê yên avî wekî meydanekê ji bo her kiryareka leşkerî li dijî her welatekî bên bikaranîn.

Sebah Numan tekez jî kir ku, ew helwest li ser bingeha destûra Iraqê û siyaseta hikûmeta federal ji bo rêzgirtina li serweriya welat û desttêwernedana di karûbarên navxweyî yên Iraqê de ye.

Navbirî herwesa got: Iraq bi tevahî pabend e ku nehêle axa wê bibe meydanek ji bo gefkirina li ser ewlehî û tenahiya tu welatekê cîran an deverê, an jî Iraq ji bo nav hevrikiyan bê rakêşan, ku xizmeta berjewendiyên gelê wê nake.

Berdevkê Fermî yê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê herwesa ragihand ku, Hikûmeta Iraqê banga xwe tekez dike ku hemî alî xwe rabigirin, danûstandinan û diyalogê bikin serpişka karên xwe, da duberekiyan bi rêya dîplomasî û aştiyê çareser bikin, ku li gorî qanûnên navneteweyî û Peymanameya Neteweyên Yekgirtî ye, da ku dever zêdetir ji aloziyan û nebûna tenahiyê bê parastin.