Şêxmûs Ehmed: Komên ku êrişî HSD’ê dikin xwedî hişmendiya DAIŞ’ê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Kampên Rojavayê Kurdistanê Şêxmûs Ehmed hişyarî da ku metirsiya serhildana DAIŞ’ê ya li herêmê zêde bûye. Herwiha destnîşan kir ku çekdarên li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) şer dikin, xwedî heman hişmendiya radîkal a DAIŞ’ê ne.

Şêxmûs Ehmed, îro 16ê Çileyê, beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û rewşa dawî ya ewlehiyê ya li herêmê nirxand. Ehmed diyar kir, ew komên êrişî HSD’ê dikin, bi îdeolojiya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê tevdigerin û wiha got: "Ew dixwazin tenê hişmendiya tundrew li Sûriyeyê serdest be; tu baweriya wan bi demokrasiyê û bi jiyana hevbeş a gelan nîn e."

Derbarê encamên vê metirsiyê de, Ehmed bal kişand ser wê yekê ku ev gef ne tenê li ser Rojava û Sûriyeyê ye, lê gefeke rasterast e li ser ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê jî. Wî destnîşan kir ku ev kom bi heman stratejî û şêwazê DAIŞ’ê kar dikin.

Şêxmûs Ehmed agahiyên girîng derbarê girtiyên DAIŞ’ê de parve kirin û eşkere kir, niha li zindanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzîkî 10 hezar çekdarên DAIŞ’ê hene ku beşek ji wan biyanî û Iraqî ne. Ehmed hişyarî da û got: "Ev çekdar ev çend sal in li benda fersendekê ne ku ji zindanê birevin. Bêguman eger ew derkevin, dê metirsiyeke gelekî mezin ji bo tevahiya herêmê çêbibe."

Berpirsê Kampan da zanîn jî, HSD’ê gelek caran hişyarî daye ku şaneyên DAIŞ’ê li çolterên Sûriyeyê xwe birêxistin dikin. Herwiha got ku niha DAIŞ di bin navên cuda de û carinan jî xwe li pişt navê "çekdarên eşîran" vedişêre da ku çalakiyên terorîstî bike û hewl dide zindan û kampan bixe bin kontrola xwe.

Şêxmûs Ehmed bal kişand ser helwesta navdewletî û ragihand: "Neteweyên Yekgirtî û di serî de Amerîka, bi hûrgilî agahdarî rewşa herêmê û wan metirsiyan in ku rûbirûyê me dibin. Pêwîst e hevkarî û piştgiriya li dijî terorê berdewam bike."