Mesrûr Barzanî sersaxî li parlamenter Samî Oşana kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya dayika parlamenterê Iraqê Samî Oşana, peyameke sersaxiyê weşand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 16ê Çileyê di peyama xwe de sersaxî li parlamenterê Iraqê Samî Oşana û malbata wî kir û diyar kir ku ew hevparê xema wan e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Ji bo wexera dawî ya dayika we, ez sersaxiyê li malbata we ya birêz dikim û hevparê xema we me. Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê wê bi bihuştê şad bike û sebir û hedarê bide we."