Serok Mesûd Barzanî sersaxî li Elî Sîstanî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî, ji bo koça dawî ya birayê Merc’ê Bilind ê Olî Elî Sîstanî, peyameke sersaxiyê weşand.

Serok Barzanî îro 16ê Çileyê peyameke sersaxiyê belav kir û tê de hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya Seyîd Hadî Sîstanî, birayê Merc’ê Bilind ê Şîeyan Elî Sîstanî nîşan da.

Di peyama Serok Barzanî de wiha hat gotin:

"Bi xemgînî û kovaneke mezin ve, nûçeya wexera dawî ya birayê we Seyîd Hadî Sîstanî gihîşt me. Bi vê helkefta diltezîn, ez sersaxiyê li cenabê we û bi rêya we re li malbata we ya birêz û hemû bawermendan dikim û hevparê xema we me."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de, ji Xwedayê Dilovan daxwaz kir ku canê rehmetî bi rehmeta xwe ya berfireh şad bike, sebir û aramiye bide malbatê.