Artêşa Îsraîlê amarên êrîşên li ser Îranê belav kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê derbarê operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî Îranê de amarek belav kir û ragihand, wan li kûrahiya axa Îranê zêdetirî 1200 êrîşên stratejîk encam dane.
300 mûşekhavêj hatin rûxandin
Artêşa Îsraîlê îro 4ê Adarê di daxuyaniyeke fermî de hûrgiliyên ziyanên ku gihandine Komara Îslamî ya Îranê parve kirin. Li gorî daxuyaniyê, hêzên Îsraîlê di operasyonên xwe de karîne nêzîkî 300 mûşekhavêjên Îranê jinav bibin. Artêşê destnîşan kir jî, ev mûşekhavêj gefeke rasterast û sereke bûn li ser ewlehiya Îsraîlê.
1200 êrîşên li kûrahiya axa Îranê
Di çarçoveya vê operasyonê de, Îsraîlê ragihand ku wan heta niha zêdetirî 1200 êrîşên asmanî yên stratejîk li kûrahiya axa Îranê û li ser binkeyên wan ên leşkerî pêk anîne. Hat diyarkirin ku armanca van êrîşan pûçkirina şiyana parastin û êrîşê ya Supaya Pasdaran û hêzên çekdar ên Îranê bûye.
2000 ên stratejîk bûn armanc
Di beşa din a amarê de hat gotin ku hêzên Îsraîlê bi awayekî hûr 2000 xalên leşkerî û stratejîk kirine armanc. Ev xal ji van pêk tên:
- Komgehên çekan û cebilxaneyê.
- Navendên fermandariyê û biryardanê.
- Binkeyên lojîstîkî yên Supaya Pasdaran.
Navçe niha di bin metirsiya şerekî herêmî yê berfireh de ye. Îsraîl tekez dike ku ew ê êrîşên xwe berdewam bikin heta ku gefên mûşekî yên Îranê bi temamî ji holê werin rakirin. Li aliyê din, rayedarên Îranê hîn bi awayekî fermî hûrgiliyên hemû ziyanên xwe piştrast nekirine û amarên Îsraîlê wek "şerê psîkolojîk" pênase dikin.